8. Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed

8. Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed

SERLÊDANÊN MÎHRÎCANA BELGEFÎLMAN A FÎLMAMEDÊ YA 8’EMÎN DEST PÊ DIKIN

 

Em di pêvajoyeke ku hem di qada civakî de, hem di qada çapemeniyê de û hem jî di qada hunerê de pêkutî û sansureke girîng heye de ne. Bi taybetî jî di rewşeke ku çavkaniyên agahîwergirtinê yên gel hatine sînorkirin û agahdariyeke yekalî çêdibe de, azîna zimên a pirsgirêkên civakî yên girîng, parvekirina wan, nîqaşkirina wan her roj hinekî din dijwar dibe û ev rewş jî rê li ber binpêkirinên mafan ên gelekî girîng vedike. Di qada hunerê de jî, azadiya xwederbirînê ya hunermendan û parvekirina çalakiyên hunerî yên bi gel re rûberî sansur û astengiyên gelekî girîng dibin. Sînemaya belgeyî ya li Tirkiyeyê, ligel ku qadeke vegotina hunerî û çeleng e, bi taybetî jî ji ber ku çavkaniyên agahîwergirtinê yên gel hatine astengkirin, di heman demê de civakê agahdar dike; pirsgirêkên civakî yên ku tên jiyîn, binpêkirinên mafan û rêyên çareseriya van pirsgirêkan tîne rojevê, ji nîqaşê re vedike; di qada neteweyî û navneteweyî de baldariyekê çêdike; li ser otorîteyên civakî pêkutiyeke girîng jî çêdike.

Wek ku em hemû pê dizanin, rastiyek heye ku mîhrîcanên sereke jî belgefîlman, bi taybetî jî yên ku pirsgirêkên civakî ji xwe re dikin mijar, dinirxînin, derdixin pêş, hestiyarî û baldariyekê li hemberî wan pirsgirêkan diafirînin ji nedîtî ve tên û wan nagirin nava bernameya xwe. Di vê çarçoveyê de, di serî de belgefîlmên, ji ber çi sedemê dibe bila bibe, hatine sansurkirin, nikarin li cihekî din werin pêşandan; wek qadeke parvekirin, nirxandin, nîqaşkirin û pêşandana tevahiya belgefîlmên ku tê de li hemberî tu nasnameyeke etnîk, olî, zayendî û çandî êrîş û heqaret tunebin, em îsal Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ya 8’emîn li dar dixin.

Serlêdanên Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ya 8’emîn a ku dê di navbera 27’ê Rezberê û 1’ê Cotmehê de bê lidarxistin, dê di navbera 27’ê Pûşperê û 28’ê Tîrmehê de li ser navnîşana filmamed.com’ê bi awayekî onlîne bên çêkirin.