Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn

Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn

 

Komaleya Akademiya Sinemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) di sala 2012 de li Amedê hate avakirin.
Komale bi armanca, ji bo piştgirî û piştevaniya hunermend û hunerhezên bi sînema, hunera vîdeo û her cûre dîmenên bi tevger çalakiyên hunerî dikin re hevgirtinê çêbike, afirandina projeyên çandî û hunerî an jî hunermendên bi van mijaran re mijûlin piştgiriya projeyên wan bike û ji bo ev berhemên hunerî bigihîjîne hemû qadên civakê hatiye avakirin.
Komaleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) di hemû xebatên xwe yên hunerî û çandî de têkoşîna veguherîna civakî esas digire; ev kolektîfa sînemayê bi awayê ku ji bo hemû gelan, baweriyan, nasnameyan û çandan, dadperwerî, wekhevî û azadiya civakî dixwaze tevdigere.
Em di kar û barên xwe yên sînemayê de, pêvajoyeke hevpar û piştgir û di fîlmên xwe de, helwesteke di warê azadiya jinê û ekolojist de esas digirin. Em di fîlmên xwe de hewl didin ku bi perspektîfeke piralî zarok, jin û penaberan û nasname û baweriyên tên çewisandin berbiçav bikin û têkoşîna wan a ji bo hebûniyê û pirsgirêkên wan bidin der. Em fîlmên xwe yên sînemayê, li dijî endustriyîbûna hunera sînemayê û li dijî monopoliya hilberînên sînemayê ku bes di destê hin derdoran de ye, hildiberînin. Li gel vê, em hewl didin ku fîlmên xwe bigihînin derdoreke berfireh. Em bi parvekirin û nîqaşkirina hilberînên xwe armanc dikin ku xwe bigihînin a herî baş û vê yekê wekî rêgeza sereke ya xebatên xwe yên sînemayê esas digirin.
Kolektîfa me ya sînemayê ji xeynî hilberînên sînemayî, dixwaze bi rêya kargeh û qursan sînemagerên ciwan bigihîjin perwerdehiya sînemayê ya bê pere; bi rêya organîzekirina komxebat, festîvalên sînemayê, rojên fîlman, nîşandanên taybet yê fîlman piştevaniya pêşxistina hunera sînemayê dike û dixwaze bigihîne girseyên fireh yê civakê.
Bi feraseta “Li her derê ji bo herkesî sînema” û dirûşmeya “em bi hevgirtinê hilberînin, bi hilberînê hevbigirin” esas digirin.